Berfê hemû dibîstanên Wanê betal kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgariya Wanê ragihandiye ku ji ber barîna berfê, hemû dibîstan di 25'ê Berfembarê de hatine betal kirin. Dîsa ji ber berfê rêyên 101 gund û 194 jî mezrikan hatiye girtin û xebatên rêyan vekirinê didomin.
Di 24'ê berfembarê piştî nîvroyê barîna berfê destpê kir û her diçe bandora xwe zêdetir li ser jiyanê dike. Li gor agahiyên saziya meteorolojiyê, dê hefteyekê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran bibare û pleya sermayê jî 10 - 12 pile kêm bibe.