Cihê keştiya Nebî Nûh.. Kurdistanê dergûşa mirovahiyê ye

Derbarê şûna Keştiya Nebî Nûh, pirtûkeke nû derket. Pirtûk dixwaze careke din, mijarê bixe nîqaşê ku gelo Keştiya Nûh li çiyayê Agirî ye, yan li Çiyayê Cûdî. Li gor nivîskarê pirtûkê, diyardeyên li devera Bazîd û quntara çiyayê Agirî bi çîrokên Sumer û Tewrat û Încîl û Quranê re digunc in. Bila nîqaşa Agirî û Şirnexê bidome. Tiştê diyar, axa Kurdistanê dehan hezar sal in stare û dergûşa mirovahiyê ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Keştiya Nebî Nuh li ku derê ye? Sedan sal in, dîroknas û arkeolog û zanist li dûv vê pirse ne. Lê hê jî bersivek ku, bi her awayê baweriya aliyan pê bîne, nehatiye dayîn.

Nêzîkî navçeya Bazîda Agirî, sala 1949'ê piştî erdhejekê, ji axê şêweya keştiyê diyar dibe. Hin tiştên din jî tên dîtin. Bi salan gelek zanistên biyanî û herêmî bi mijarê ve mijûl bûn.

Vê carê jî pirtûkekê bi navê  "Keştiya Nûh, Keşfa Sedsalê" derket.

Nivîskar Erkan Kosedax û derhênerê belgefîman Cem Sertesen, di pirtûkê dibêjin, keştî li Agirî ye, nek li lûtyeka Çiyayê Cûdî.

Nivîskar Erkan Kosedax dibêje: "Em li ser axa pîroz in ku, piştî Tofanê Keştiya Nûh li vê derê daniye. Cîhana zanistî her tim li ser Çiyayê Cûdî û Çiyayê Araratê lêkolîn kirin. Di salên dawî de ser vê xakê lêkolîn kûr kirin.

Pirtûk, ji belgeyên Sumeran heta Tewrat û Încîl û Quranê hin agahiyên derbarê tofana Nûh de dide û dibêje ew zanyarî bi vê wêneyê re diguncin.

Şarezayên Cizîr û Şirnexê bixwe bawer in ku tofana Nûh li devara wan rû daye û dibêjin, Jixwe qebra Nebî Nûh li Cizîrê ye, keştiya wî jî li Lûtkeya çiyayê Cûdî ku hin tişt li wê derê hatine dîtin ku dîroka wan heta 18 hezar sal berê zayînê diçe.

Nebî Nûh yan Hezretî Îbrahîm, çiyayê Cûdî yan Çiyayê Araratê, hemû belgeyên şûnwarnasî, erdnîgarî û dîrokî û olî nîşan didin ku, axa Kurdistanê, bi deşt û çiya û geliyên xwe gerdûş û stareya mirovahî ye. Sedemê êrişên hezaran salan û berxwedana bêhempa jî ev e.