Bavê Ciwan ji 50 salî ve polikan kom dike

Ebdulbarî Ehmê bavê Ciwan welatiyekî ji bajarê Qamişlo ye xwedî arezûyek taybet e. Ji heyama nêzî 50 salî ve polikên nêzî 150 welatên cîhanê dane hev û mîna yek ji zarokên xwe guhdaneke taybet bi wan dide.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ebdulbarî Ehmê bavê Ciwan welatiyekî ji bajarê Qamişlo ye xwedî arezûyek taybet e. Ji heyama nêzî 50 salî ve polikên nêzî 150 welatên cîhanê dane hev û mîna yek ji zarokên xwe guhdaneke taybet bi wan dide.

Bavê ciwan dibêje ku her polikek çîrokek û dîrokekê nîşan dide û ji ber wê jî vê arezûyê bala wî kişand û ta niha zêdeyî 30 hezar polik ji piraniya welatên cîhanê di arşîvê wî de têne dîtin, lê li ser asta Kurdî ew xemgîn dimîne ku ta niha ti guhdan bi çapkirina polikan nehatiye kirin.

Daneheva van polikan gelek ji temenê bavê Ciwan xwariye. Hêviya wî jî heye ku di pêşangehekê de polikên xwe numayiş bike û xewna wî herî giranbuha ku dewleta Kurdî çê bibe û polikên xwe diyarî mûzexaneya Kurdistanê bike.

Kevintirîn polik ku ji heyama sed salî ve li cem bavê Ciwan tê peydakirin. Herweha hewldanên wî hene ku rojekê karibe navê xwe di pirtûka Genes ya navdewletî de tomar bike.