Li Îdira bakurê Kurdistanê pîşeya çêkirina kêra

Mehmet Anuk li ser siparîşan kêran jî çê dike û kêrên wî yê herî baş ji qoçên qamêşane.
kurdistan24.net

K24-Navenda nûçeyan

Îdira bakurê Kurdistanê bi xwezaya tê naskirin lê bi pîşeyên xwe yên dirokî jî bala welatiyan dikişine. Pîşesazekî Îdirî ev 50 salin ji xurdeyan kêran çê dike û bi firotina wan debara xwe dike.

Li Îdirê pîşesazê bi navê Mehmet Anuk ev 50 salin karê çekirina kêra dike. Mehmet Anuk boriyên plastîk û xurdeyan kom dike û ji wan kêran çedikê û difiroşe.

Çi ne ew xurte ku Anuk wan dike kêr: boriyên plastîk, parçeyên daran û tirpanên ku kes wan bikar nînin û qoçên gamêşan ji bo kêrên wî dibin materyal ku wan ji bo darê kêrên xwe bi kar tîne.

Pîşesazê ku Kêra Çedike Hacım Mehmet Anuk wiha got:

"Ev 50 sal in, ez li Îdirê vî karî dikim. Ez van qoçê gamêşan parçe dikim kêra jê çedikim, têmîra wan dikim. Bi vî karî ez îdara zarokên xwe dikim ev 50 salin ku debara nifûsa mala xwe dikim. Hemd ji xwedê re debara me dibe."

Dikana Anuk tuneye, çi zivistan, çi havîn ferq nake û Anuk Karê xwe li derve, li bin germa havînî û di sermaya zivistanî berdewam dike.

"Ev 30 salin ez wî nasdikim vî karî dike. Belangaziya xwe tavê, zivistanê, berfê de şilî ye de bi vî karî qezenç dike. rewşa wî ne rinde"

Mehmet Anuk li ser siparîşan kêran jî çê dike û kêrên wî yê herî baş ji qoçên qamêşane. Her kêrek wî ji 20 lîreyan, heta 30 lîreyî diçe. Herî zêde jî Stenbolê sparîş ji wî re tê lê belê di heman demê ji derveyî welêt jî daxwaz ji bo kêrên Anuk heye.