Xwarina asmanan “Kînoa” li Diyarbekir jî tê hilberîn

Li Diyarbekirê di bin banê Teknobajêr a Zaningeha Dîcleyê de giyayek bi navê Kînoa ku di cîhanê de wek xwarina astronotan (Geştiyarên asman) tê nasîn, tê hilberîn û tê pêşbînîkirin ku di salên pêşiya me de di bazara çandiniyê de cîheke girîng bigire.

K24 – Diyarbekir

Teknobajêr a Zaningeha Dîcle ya Diyarbekirê dest bi hilberîna giyayekê kiriye ku dema astronot derdikevin fezayê vê giyayê ji bo xwarinê bi xwe re dibin. Navê vê giyayê Kînoa ye û tenê li Başûrê Amrîkayê li welatên wek Bolîvya û Perû şîn dibe.

Pisporên vî karî amaje dikin ku, dibe di rojên pêşiya me de ev giya li Bakurê Kurdistanê li şûna genim jî bigire ji ber ku bi kedeke biçûk qezenceke mezin ji vê giyayê tê bidestxistin. Kêloya tovên vê giyayê 120 lîreyê Tirkî ye û wek fêkî jî kêlo 8 lîre ye.

Pispor amaje dikin Kînoa hem pêşî li kêlo girtinê digire û hem jî ji bo nexweşiya diyabetê jî baş e. Giyaya Kînoayê dibe ku di salên pêşiya me de di bazara çandiniyê de jî cîheke girîng bigire.