Di werzê Buharê de xwarina giyayan

Di herdu mehên Adar û Nîsanê de ji demsala Buharê, gelek malbat xwarinên xwe ji giyakên xwezayî ku li çol û zeviyan şîn tên çê dikin. Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî gelek cûreyên giya çê dibin. Herweha di herdu mehên avdar û nîsanê de giyakên xwarinê li çolan çêdibin û gelek kebaniyên malan firavînên xwe ji van giyakan amade dikin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Xelkên deverê dibêjin ku gelek malbatên hejar sûdê ji demsala Buharê dikin, çimkî giyakên ku divê demsalê de şîn tên, dibe jêdereke sereke ji firavînên van malbatan re, lê divan salên dawî de hin cûreyên giya jiber dermanên ku li zeviyan têne reşandin qelehan. di kultura Kurdan de bi dehan cureyên giyakên xwezayî ku têne xwarin hene û yên herî navdar li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê wek: Tolik, Stirîzerk, Xerdel, Ginêber, Kereng, Gwîriz, Sersipîk, Sûrim, Tûzik û hin cûreyên din li tevaya deverê şîn tên.

Li gorî zanyariyên pizîşkan, piraniya dermanan ji giyakên çolan têne çêkirin û ji ber wilo jî nexweşî di demsala Buharê de kêm dibin, ew jî bi sedema ku piraniya malbatên deverê giyakên curbecur dixwin.