Festîvala etnospor a cîhanê li Stenbolê bi rê ve çû

Di festîvala etnospor a cîhanê de ku li Stenbolê bi rê ve çû çalakiyên ji hev cudatir û balkêş ên werzişî û çandî hatin kirin. Di festîvala rengîn de zêdetir jinên tîrvan bala mirovan kişand.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Di festîvala etnospor a cîhanê de ku li Stenbolê bi rê ve çû çalakiyên ji hev cudatir û balkêş ên werzişî û çandî hatin kirin. Di festîvala rengîn de zêdetir jinên tîrvan bala mirovan kişand.

Jinên tîr diavêjin jî hene, jinên li ser hespan baz didin û tîr diavêjin... Dema behsa werzîşê tê kirin, ekserî zilam tên bîra mirovan lê di festîvala çand a etnospor a cîhanê de ji xeynî mêran gelek jinên werzîşvan jî hebûn ku bi taybetî bi tîr avêtinê bala mirovan dikişandin.

Ji bilî çalakiyên werzişî, gelek kar û barên ku di demên berê de bi destan dihatin çêkirin, li dijî teknolojiyê bi mebesta parastina çanda berê, bo xelkê hatin nîşandan.

Xwarin û vexwarinên ji hev xweştir û cudatir jî di festîvala rengîn de cîhê xwe girt. Yek ji wan jî ava sûsê bû ku li Diyarbekirê wekî vexwarineke navdar tê zanîn.

Festîvala çanda etnospor a cîhanê ku bi mebesta danasîna çandên cuda û kevn ev cara 2emîn e li Stenbolê tê lidarxistin, bi mazûbantiya Tirkiye tê sazkirin û tê de zêdetir welatên Asyaya Navîn cîh digirin.