Taybetmendiyên beqleweya Dîlokê û Diyarbekirê

kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Şîrînahiya beqleweyê ya ku li Dîlokî bû xwedî nav û deng û di qada neteweyî de hat naskirin, bi şêwaza çêkirinê û çêja xwe, li Diyarbekirê jî wekî navnîşana duyemîn tê zanîn. Şîrînahiya beqleweyê, li Diyarbekirê û li Bakurê Kurdistanê di nav bazarên mezin de cihê xwe girtiye û di nav mehê de hem li Bakur, hem li welatên derveyîn bi dehan tonan derfirotina vê şîrînahiyê tê kirin.