Zanayan mişk çê kirin

Zanayan çend zincîreyên (DNA) yên şaneyên bingehîn jêbirin û vê yekê hişt ku, dayika wan mişkan karibe hêka vaksînkirî di malzaroka xwe de çê bike bêyî ku mişkekî nêr piroseya sêksî li gel mişka mê encam bide.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çend zanayên Çînî, çend mişk bê hebûna bavekî ji wan re, anîn ser riwê dinyayê.

Wan zanayan çend zincîreyên (DNA) yên şaneyên bingehîn jêbirin û vê yekê hişt ku, dayika wan mişkan karibe hêka vaksînkirî di malzaroka xwe de çê bike bêyî ku mişkekî nêr piroseya sêksî li gel mişka mê encam bide û wê hêkê vaksîn bike.

Ew mişkên biçûk ku ji vê piroseyê jidayik bûne, tendirustiya wan gellekî baş e. Ev piroseya ku çêlîk bê piroseya sêksî çê bibin û ti nêrek nêzîkî mêya xwe nebe, li cem hin corên gêrikan heye, ku gêrika mê bi awayekî siruştî hêkan dike û zarokan tîne, lê li cem ajelên şîrxur, ev pirose zehmete bi awayekî siruştî çê bibe.

Rêvebirê taqîkirinê di Akadîmiya Zanistî ya Çînî de got: Me ji xwe dipirsî, çima pêwîstiya şîrxuran bi encamdana piroseya sêksî heye daku karibin hêka vaksînkirî çê bikin. Ji bo encamdana vê taqîkirinê pêwîstiya me bi neçalakirina hin cînên şaneyên bingehîn hebû.

Zanayan diyar kirin, ku ew karin vê piroseyê li ser mirovan jî bicî bikin, lê ji ber ku ew li dijî nirxên mirovatiyê ye, ew nikarin vî karî bikin.

Jêder: Science Alert

N.O