Kelha Wanê ji bo lîsteya UNESCO Tê pêşniyar kirin

Kurd24

K24 – Wan

ji bo Kelha Wanê bikeve Listeya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO bi awayek fermî pêşniyaz hate kirin.

Navê dêra dîrokî ya Axtamar a nav Gola Wanê, meha Nîsanê ketibû nava Lîsteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO'yê. Rêveberiya Kultur û Geştûguzariya Wanê, ji bo bajarê kevnar  û Kelha Wanê jî bikeve nava vê lîsteyê, bi awayek fermî pêşniyaza xwe pêşkeşê berpirsên UNESCOyê kir.

Rêvebirê Kultur û Geştuguzariya Wanê Muzafer Aktux diyar kir ku heger Kelha Wanê jî weke perçeyek ji mîrateya cîhanê bê naskirin ev yek dê ji bo danasîna bajêr gelek baş be.

Kelha Wanê Beriya Zayînê di sedsala 8'ê de, di serdema İmparatoriya Ûrartû de ji aliyê Sarduriyê Yekemîn ve de hatiye avakirin. Ev kelha ku 3 hezar sal in li ser linga ye, 5 km dûrê navenda nû ya bajêr e.