Riha dibe navenda geştyariyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê, bi hatina cejnên olî dibe navenda geştyariyê.

Bajarê Riha, wekî bajarê pêxemberan tê naskirin. Cîhê ku Hazretî Ibrahim jidayik bûye, cîhwarê Hazreti Eyyub, Hazretî Elyas û Hazretî Şueyb.

Geştyar seredana navendên olî dikin û bi duayên xwe, daxwazên xwe radighînin.

Ligor amaran zêdeyî 100 hezar kesan di demên cejnên olî de seredana Rihayê dikin. Zêdeyên geştyaran ji bakurê Kurdistanê ne, lê herweha ji deverên din ên Tirkiye û herweha welatên dewrûber jî gelek geştyar tên Rihayê.