Tevgera Goranê bi fermî biryarê li ser karakirina parlementoyê dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpa Şêwirmendiyê ya Tevgera Goranê (10 serkirdeyên damizrêner û 10 berpirsên sereke yên şaxên Tevgerê) ku bi biryara Newşîrwan Mistefa hatibû damezrandin, bo bersiva projeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê karakirina parlementoyê bidin, niha li bajarê Silêmaniyê di civînê de ye.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, biryar e îro, piştî ku Grûpa Şêwirmendiyê ya Tevgera Goranê di civînê de bigihin biryarekê, helwesta fermî ya Goranê derbarê karakirina parlementoyê û vegera wezîrên wê tevgerê bo nava hikûmetê, were ragihandin.
Yekem car e Tevgera Goranê ji piştî koça dawî ya Rêkxerê Giştî Newşîrwan Mistefa, di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de rûbirûyî biryareke girîng û çarenivîsî dibin, ku girêdayî karakirina parlemento û referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.
Her çend e piştî ku PDK û YNKê li ser karakirina parlementoyê gihêştin rêkeftinekê, lê karvedana medyayî ya hin parlementer û kadroyên wê tevgerê bi destpêşxeriya PDK û YNKê dilxweş nebûn.
Lê heta niha Tevgera Goranê bi fermî helwesta xwe li ser biryara karakirina parlementoyê û vegera wezîrên wê bo nava hikûmetê nedaye.