Bi nêzîkbûna Hilbijartinan êrîşên li ser HDPê zêde bûne

Komeleya Mafê Mirovan raportek amade kir û li gorê vê raportê di heyamên dawî herî zêde êrîş li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hatine.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye 24ê Hezîranê diçe ser sandoqan û bi nêzîkbûna hilbijartinan li qadan di navbera aligirên partiyan de rageşî rû didin û li ser çend partiyan ji aliyê netewperestan ve êrîş tên kirin. Li ser vê mijarê Komeleya Mafê Mirovan raportek amade kir û li gorê vê raportê di heyamên dawî herî zêde êrîş li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hatine. Rayedarên partiyê dibêjin herî zêde li Enqerê êrîş li dijî wan hatine kirin û bi wan êrîşan tê xwastin ku em denge xwe bilind nekin û bangeşeyeên xwe pêk neînin.

Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên 24ê hezîranê atmofera siyasî jî her roj gurtir dibe. Bi van gurbûnan li qadan di navbera aligiriên partiyan de jî rageşî û gengeşî rû didin. Ligel van rageşiyan êrîş li ser çend partiyan tên kirin. Derbarê van êrîşan de Komleya Mafê Mirovan ÎHDê raportak amadekir. Li gorî vê raportê ji destpêka biryara hilbijartinê heta niha li dijî partiyan nêzîkê 50 êrîş û astengî pêk hatine û herî zêde HDP bi van êrîşan re rû bir û maye.

Serokê Giştî yê KomeleyaMafê Mirovan Ozturk Turkdogan ji K24ê re wiha axivî: “Di proseya Rewşa Awarte de dê hilbijartin werin kirin. Ji bo hilbijartinan hemû partî bi awayekî wekhev nikarin propagandaya xwe bikin. Bi taybetî jî HDP di bin zextön mezin de ye. Ji biryara hilbijartinan heta niha 30 êrîş li ser HDPê hatin kirin. 3ê namzedên parlamenteriyê yê HDPê di çalakiyên aştiyane de hatin binçavkirin. Di 6 çalakiyên partiyê de 39 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.” 

Yek ji bajarê ku herî zêde êrîş li ser HDPê hatine kirin paytexta Tirkiyê Enqere ye. Hevseroka şaxa Enqerê ya HDPê Nur Aytemûr dibêji bi destpêka bangeşeyên hilbijartinê li her deverên Enqerê Êrîş li ser van hatine kirin û îdîa kir ku tevî hemû serlêdanan berpirsên wan êrîşan nehatine dîtin.

Hevseroka Şaxa Navenda Enqerê ya HDPê Nur Aytemûr dibêje: “Dema ku me nû dest bi bangeşeyên xwe yên hilbijartinê kir li seranserê bajarên Tirkiyê li dijî ofîs û standên me êrîş pêk hatin. Li her deverê êrîşê xebatkarên me yên li kolanan dikin. Heta niha tenê li Enqerê 20 caran zêdetir êrîş li ser me hatine kirin. Komên nîjadperest û faşîst bi rehetî tên êrîşê me dikin lê kes pêşiya wan nagire.”

Hevseroka Şaxa Navenda Enqerê ya HDPê dibêje ji bo ku ew bangeşeyên xwe nekin, xwe negihînin gel û rastiyan ji gel re nebêjin ev qas êrîş li ser wan tên kirin lê belê tevî hemû astengî û êrîşan ew ê bangeşeya xwe heta roja dawî bidomînin.