ENKS ji bo Efrînê helwesta ji Îtîlafê li Hewlêrê dicive

Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo nirxandina pêşhatên nû û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, li Hewlêrê dicive.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê nirxandina û helwesta ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê, li Hewlêrê dicive.  

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Mihemed Îsmaîl li ser naveroka civîna ENKSê ji K24ê re ragihand, di vê rewşa tengav a di ser miletê Kurd re derbas dibe û bi taybet êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê û danûstandinên di navbera ENKSê û Heypeymaniya Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de gelekî girîng in bê nirxandin.

Herwiha got, Civîna îro ya Encûmena Serokatiya ENKSê bi nivîsgehên Pêwendiyên Derve û nûnerê ENKSê yên di Desteya Siyasî ya Îtîlafê de ye, ji bo nirxandina berjewendiyên gelê Kurd di vê qonaxa niha de.

Li ser pêwendiya ENKSê bi Îtîlafê û serdana serokatiya Îtîlafê ji gundekî Efrînê yê ketiye destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, Mihemed Îsmaîl got, ENKSê êrîşa li ser Efrînê bi gelek daxuyanî helwesta xwe diyar kir û zelaltirîn helwest ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê re helwesta ENKSê ye ku helwesteke niştimanî Kurdî ye.

Herwiha got, helwesta ENKSê bêyî ku alîkariya ecindeyên diyarkirî bike, êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermzar kir. Herwiha ENKSê nerîna xwe jî ji wê yekê re xuya kiriye, hin alî vê êrîşê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, ne ku ji bo berjewendiya gelê Kurd.

Li ser nêzîkbûna di navbera ENKS û TEV-DEMê de Mihemed Îsmaîl got, ku destê ENKSê her dem dirêjkirî ye ji bo yekrêziya helwesta Kurdî, ku  serkeftina doza Kurdî li Sûriyê bi yekrêziya Kurdî dibe.