Haco: Fransa piştgîriya ENKSê di rêveberiyeke nû de dike

Şandeke Desteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê duhî bi Wezareta Derve ya Fransayê re civiyabû, Serokê wê desteyê jî ragihand, Fransa piştgîriya ENKSê di rêveberiyeke nû de dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Desteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê duhî bi Wezareta Derve ya Fransayê re civiyabû, Serokê wê desteyê jî ragihand, Fransa piştgîriya ENKSê di rêveberiyeke nû de dike.

Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ji Parîsê ve ji K24ê re ragihand, di hevdîtina bi Wezareta Derve ya Fransayê re du pirsên sereke hatin hatin behskirin. Pirsa yekem, pêşeroja Sûriyê û nivîsandina destûrê hate kirin, ji bo çespandina mafên Kurdan di destûrê de jî pêwîstiya wan bi piştevaniya hêzên navdewletî heye.

Li ser pirsa duyem jî Kamîran Haco got, pirsa duyem pirsa pêşeroja rojhilatê Firatê bû, ku piştî sînaryonên vekişîn yan mana hêzên Amerîkî, çawa dê herêma ewle bê avakirin û dê rola Kurd û Fransayê tê de çawa be û îdareya nû ya bê avakirin dê bi çi şêweyê be.

Li ser helwesta Fransayê Haco got, Fransa piştgîriya xwe ji mafên Kurdan nîşan dide, lê ew ji bo awayê sîstema hikumraniyê li Sûriyeya pêşeroj ti sîstemekê pêşkêş nake û wê ji biryara Sûriyan bixwe re dihêhe.

Li ser pêşeroja rojhilatê Firatê Haco da zanîn, Fransî dixwazin hêzên Amerîkî li rojhilatê Firatê bimînin, ji ber ku wê demê hêzên Fransî jî dê bimînin. Fransa nabîne ku rêveberiya li rojhilatê Firatê heye li gor tê xwastin e. Ew jî girêdayî bi hevsengiya herêmî û navdewletî û ji aliyekî din ve jî girêdayî awayê rêveberina PYDê ji wê rêveberiyê re ye.

Herwiha got: Fransayê xwast nerîna ENKSê li ser awayê avakirin û rêvebirina herêma ewle bizane. Me jî got, ji bo rola ENKSê di wê deverê de hebe, pêwîstî bi danûstandinên Kurdî – Kurdî û danûstandinên Kurdî bi pêkhateyên herêmê re heye.

Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê ji bo lihevkirineke Kurdî - Kurdî sê bingehên sereke nîşan dan û got: Pêwîst e lihevkirin li ser pirsa siyasî, pirsa leşkerî û ewlehiyê û pirsa îdarî be û divê piştgîriyeke navdewletî ji wê lihevkirinê re hebe û bi taybet ji aliyê Amerîka, Fransa û Almanyayê, heger na jî çi lihevkirin bê kirin, dê tenê li ser kaxizan bimîne û nayê bicihkirin.

  

 

S. B