Îran: Trump liser danûstandinan ligel Îranê, ne ji dil e

Peyvdarê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî radighîne, Tehran dûr dibîn e ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Îranê Hesen Rohanî di perawêza Civîna Giştî ya Netewên Yekgirtî de bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve yê Îranê, Behram Qasimî radighîne, Tehran dûr dibîn e ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Îranê Hesen Rohanî di perawêza Civîna Giştî ya Netewên Yekgirtî de bicivin.

Peyvdarê Wezareta Derve yê Îranê got jî, pêşniyaza Serokê Amerîka ji bo danûstandinan digel Îranê tenê ji bo şerê derûnî li dijî Îranê ye û ragihand, bi wê siyaseta ku Amerîka bikar tîn e, dibe ku hemû rêyên danûstandinan bên girtin.

Qasimî ragihand, Îran bi hûrî çavdêriya siyaseta Amerîka dike û ti tirsek ji danûstandinan nîn e, lê Trump ne bi jivane danûstandinan bike.

 

 

 

C.B