Li Rihayê 47 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistan; Polîsan di ser avahiya HDPê û ser malên de girt û 47 kes kirin binçavan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistan;  Polîsan di ser avahiya HDPê û ser malên de girt û 47 kes kirin binçavan.

Polisên Tirkiyê bi ser Avahiya HDPê ya bajarê Rihayê de girt 47 kesên ku di greva birçîbûnê de bûn, binçav kirin.

Di nav binçavkiriyan de, rêveber û nûnerên HDPê jî hene. Di heman demê de jî, polisan bi ser gelek malên Kurdan de jî girt û lêgerîn kirin.

Ji duhî ve, polîsan 18 binçavkirî birine salona werzişê ya bajêr û 29 kes jî di Emniyetê de ragirtine.

Parlementera HDPê Leyla Guven ev zêdetir ji mehekê ve ye di greva birçîbûnê de ye, HDPê wek piştevanî ji Gûvenê re çalakiyên greva birçîbûnê li bajarên Bakurê Kurdistanê dike.

Herwiha duh êvarê jî, li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistan, Parlamentera Kurd ya berê Mulkiye Birtan jî nav di de 5 kes hatin girtin. 

 

S. B