WSJ: Di Cotmehê de Brunson serbest tê berdan

Wall Street Journal (WSJ) dinivîse ku, aloziya liser girtîbûn a Brunson Tirkiye xist rewşek aborî ya xerab û tê çaverêkirin, piştî serbestberdan a wî, ew yekser sefera Amerika bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ), bi ser zarê berpirsên Tirk û Amerikayî diyarkir ku, Keşe Andrew Brunson ê rewşa girtîbûna wî bûye aloziyek mezin di navbeyna Tirkiye û Amerîka de, di 12ê meha Cotmehê de ji alî dadgehê ve dikare serbest bê berdan.

Berpirsên Tirk bi hêvî ne, piştî serbestberdan a Keşe Brunson pêwendiyên wan ligel Amerika dîsa bikevin rêyek asayî de.

Wall Street Journal (WSJ) dinivîse ku, aloziya liser girtîbûn a Brunson Tirkiye xist rewşek aborî ya xerab û tê çaverêkirin, piştî serbestberdan a wî, ew yekser sefera Amerika bike.

Keşe Brunson bi tometa piştgiriya terorê di 9ê Berçile ya 2016an de hatibû girtin û daxwaza 35 sal zindanîkirin siza lê tê kirin. Rewşa girtina wî, pêwendiyên Waşington û Enqere xistin aloziyê de. Amerika çendîn dorpêç liser Tirkiye sepandin ên ku bandorek neyênî li aboriya Tirkiye kirin û Lîreyê Tirkî beramberî Dolar ê Amerikî nirxê xwe gelek nizm kir.

 

 

 

C.B