Li Enqerê teqe li balyozxaneya Amerîkî hat kirin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro sibehê, li Enqerê teqe li avahiya balyozxana Amrîkî hat kirin û hin ji gulleyan li camên avahiyê ketin.
Medya Tirkî diyar kir, ku çend kesên nenaskirî, ku siwarî otombêlekê bûn, 5-6 gulle rastî avahiya balyozxaneyê Amerîkî kirin û piştî wê êrîşê, ew kesana rasterê ji cihê bûyerê reviyan.
Piştî bûyerê jî, gellek Polîs hatin cihê bûyerê, tedbîrên ewlekariyê stendin û dest bi lêkolînê kirin.
Êrîşa li dijî balyozxaneya Amerîkî di demekê de ye, ku nakokiyên di navbera Enqerê û Washingtonê de gellekî kûr bûne û di dema dawî de, ji ber ku Tirkiyê red kir keşeyê Amerîkî serbest berde, rêveberiya Donald Trump sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û vê yekê ziyanên mezin li abûriya Tirkiyê kir.
N.O