YPJ: UN rê daye Tirkiyê binpêkirinan li Sûryê bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdara yekîneyên parastina jinê (YPJ) Nesrîn Ebdella ragihand ku Netewên Yekgirtî rê daye Tirkiyê ku binpêkirinan li Sûriyê bike û bê dengiya NY hiştiye Tirkiyê zêdegaviyan bike.
Nesrîn Ebdella got: Berî niha Tirkiyê bi çekdarên opozisyonê êrîşî Efrînê dikir, lê niha artêşa xwe bikar tîne, û heger di demên dahatî de êrîşek li dijî YPG û YPJ hate kirin, emê bi hemû karînên xwe li berxwe bidin.
Herweha berpirsa navhatî diyar kir, her dema ku Tirkiyê êrîşî hêzên wan bike, wê her yek ji Rûsya û Amerîka jî berpirs bin.