Îran vegera ji bo danûstandinên rêkeftina atomî red dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsek pilebilind ê Îranê vegera ji bo danûstandinên atomî red dike.
Alîkarê Wezîrê derve yê Îranê Ebas Êraqçî di perawêza civînên komîta bilind a rêkeftina atomî li Vîyena ragihand, ew bi ti awayî careke din venagerin danûstandinên rêkeftina atomî, yan jî encamdan a rêkeftineke din. Ebas Êraqçî got, ew hêvîxwazin bigihin rêkeftinek hevbeş, li ser rêkeftina ku heye. Herweha wî berpirsê Îranî, hewlên Amerîka ji bo guhertina rêkeftina atomî red kir û got, ew bi ti awayî venagerin danûstandinan.
C.B