Bi wêneyan.. Milîsên Heşdê gundekî Kurdan pişkinîn dikin

Milîs û çekdarên Iraqî hejmarek malên gundiyên gundê Heft Texar pişkinîn kirin û piştre girtin ser gundê Awayê Dara ji bo malên welatiyan li wî gundî jî pişkinîn bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji piştî xiyaneta 16ê Cotmeha derbasbûyî ve, milîsên şî'e bi alîkariya hêzên emnî yên Iraqê, berdewam in li ser bêzarkirina welatiyên Kurd yên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêmê.

Di wê çarçoveyê de, îro wan milîsan girtin ser gundê Heft Texar yê ser bi qezaya Daqûqê ve li başûrê Kerkûkê.

Li gorî zanyariyên şahidhalan, wan milîs û çekdarên Iraqî hejmarek malên gundiyên gundê Heft Texar pişkinîn kirin û piştre girtin ser gundê Awayê Dara ji bo malên welatiyan li wî gundî jî pişkinîn bikin.