McGurk: Hîna şerê li dijî DAIŞê meye

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk derbarê şerê li dijî DAIŞê de ragihand, di warê leşkerî de şerê DAIŞê ji sedî 1 maye û dawîhatina wê nêzîk e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk derbarê şerê li dijî DAIŞê de ragihand, di warê leşkerî de şerê DAIŞê ji sedî 1 maye û dawîhatina wê nêzîk e.

Brett McGurk di konferanseke rojnamevanî de li Washingtonê got: “Em berdewam dibin ji bo Hevpeymaniya Navdewletî bihêz bimîne û di rahênankirina hêzên Iraqê de jî berdewam dibin. Ligel wê jî niha di warê leşkerî de tenê ji sedî 1 maye, lê me ji xwe ji bo demeke dirêj amade kiriye.”

Herwiha got: “Sedema vê derengbûna vê qonaxa dawiyê jî vedigere ku ew behnbûna navçeyên wê li nêzîkî çemê Firatê, ligel wê jî ew dawî pêgeha DAIŞê ye. Ew gihîştine wê xalê, ku hemû çekdarên DAIŞê xwe diteqînin û ev jî şer zehmetir kiriye. Herwiha em gelek bi hajêbûn serederiyê ligel wî şerî dikin, ta ku xelkê sivîl biparêzin.”

Li ser helwesta Amerîka derbarê desthilatên Heşda Şeibî li Iraqê ragihand, hin hêzên ser bi Heşda Şeibî ve li derveyî kontrola hikûmeta Iraqê ne. Siyaseta hikûmeta nû ya Iraqê ew e, ew hez hemû biçin bin kontrola hikûmeta Bexdayê.

 

S. B