HSD: 9 Şervanên me di şerê Dêra Zorê de şehîd bûne

HSD: Ew şervan di şerê li dijî DAIŞê de li Dêra Zorê şehîd bûne, 6 ji wan li bajarê Hesekê hatin veşartin û yên din jî ji bo bajarê Qamişlo hatin veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Navenda ragihandna HSD di daxuyaniyekê de ragihand: Di berdewamiya şerê bajarê Dêra Zorê de, di dema operasyona Bahoza Cezîrê de, 9 şervanên me şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye ku ew şervan di şerê li dijî DAIŞê de li Dêra Zorê şehîd bûne, 6 ji wan li bajarê Hesekê hatin veşartin û yên din jî ji bo bajarê Qamişlo hatin veguhestin.