Zêdetirî 65 serkirdeyên DAIŞê di dorpêça HSDê de ne

Piştî dorpêçkirina DAIŞê di 3 bajarokan de li rojhilatê Dêra Zorê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên xwe yên leşkerî xwe ji şeva par ve rawestandine û çaverê ne ku çekdarên DAIŞê xwe radest bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şervanên HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kariye çekdarên DAIŞê li sê bajarokên Şefa, Hecîn û Sose dorpêç kirine, ku di wan her sê bajarokan de bêhtir ji 65 serkirdeyên DAIŞê hene.

Li gor Rewangehê, ji bilî wê hejmara serkirdeyên DAIŞê, nêzîkî 800 girtîli cem rê rêxistina terorê hene, ku ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Da zanîn jî, piştî danana dorpêçê li ser çekdarên DAIŞê li wan her sê bajarokan, HSDê niha operasyona xwe rawestandiye û heger çekdarên DAIŞê xwe radestî şervanên HSDê nekin, HSD dê dîsa dest bi operasyona xwe ya leşkerî bike.

HSDê roja 9ê Îlona 2017an û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê çemê Ferêt li dijî DAIŞê kiribû. Bi destpêkirina êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê re jî ew operasyon hatibû ragirtin. Lê dîsa 1ê Gulanê HSDê dubare dest bi wê operasyonê kir.  

S. B