HSD amadekariya şerekî giran li rojavayê Reqayê dike

kurdistan24.net

 

K24 – Reqa

Şerê kolanan li aliyê rojavayê Reqayê bi giranî bi pêş ve diçe û şervanên HSDê didin zanîn ku amedekariyên nû ji şer re dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşveçûnên berçav li aliyê rojhilatê başûrê Reqayê bidest dixe. Herwiha şerên giran bi hevkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewaltî li eniya rojhilat û başûrê bajêr, di bajarê kevin û taxên Hîşam bin Ebdilmelik û Rewda de diqawimin.

Lê li aliyê rojavayê Reqayê ji hefteyekê ve operasyon rawestiya ye û şervanên HSDê amaje bi wê didin ku amadekariyên şerekî giran li wê eniyê dikin.

Şervanê HSDê Kendal Girê Spî ji K24ê re got: “Operasyon ji dema hefteyekê ve li aliyê rojhilatê Reqayê ve rawetiya ye. Heval amadekariyên şerekî giran dikin, di 2,3 rojên bê de dê dest pê bike.”

Ji destpêka operesyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê de, servanên HSDê karîn zêdetir ji 8 taxan li her çar aliyên bajêr kontrol bikin û niha di 6 taxên din de şer berdewam e.