Iraq girêbestek derbarê petrola Kerkûkê li gel kompanya BP ya Birîtanî îmze kir

Derbarê şandina 30 heya 60 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê ji bo Îranê wezîrê petrola Iraqê got: "Iraq li ber hemû aliyan vekirî ye".

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê petrola Iraqê Cebar Liêbî, Li Kerkûkê girebestek li gel kompanyan "BP" ya Birîtanî îmze kir, ji bo pêşxistina zeviyên petrola wê parêzgehê.

Li ser wê girêbestê Liêbî got: "Ew rêketin di sala 2014an de hatibû kirin, lê bi sedema hatina DAIŞê û dagîrkirina beşekî ji navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê, karkirin bi wê rêketinê hat paşxistin".

Cebar Liêbî di kongirekî rojnamevanî de ragihand: "Ezê serdana Tirkiyê bikim, daku em bi riya bendera Ceyhan ya Tirkiyê dest bi hinardekirina petrola Kerkûkê bikin".

Liêbî derbarê şandina 30 heya 60 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê ji bo Îranê got: "Iraq li ber hemû aliyan vekirî ye".

Navhatî eşkere kir, ku wezareta petrola Iraqê, pirojeya vekirina hêla serekî ya Kerkûk-Pêşabûr jî xistiye nav lîsta karên xwe de.