Zanyariyên nehênî yên civîna Ebadî û şanda partîtî aşkere dibin

Parlemanterekî nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî zanyariyên nehênî yên serdana şanda partîtî ya hevbeş a Tevgera Goranê, Komela Îslamî û Hevpeymaniya bo Damokrasî û Dadperwerî ji Bexdayê re aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterekî nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî zanyariyên nehênî yên serdana şanda partîtî ya hevbeş a Tevgera Goranê, Komela Îslamî û Hevpeymaniya bo Damokrasî û Dadperwerî ji Bexdayê re aşkere kir.

Parlemanterê Dewleta Yasa Casim Mihemd ji K24ê re ragihand, “Şanda Goran, Komel û hevpeymaniyê ya serdana Bexdayê kirine derbarê şandina mûçeyên fermanberên parêzgeha Silêmaniyê ligel Serokwezîrê Iraqê civiyan û daxwaz kirin ew bilez mûçe bên şandin. Ev tiştekî asayî ye, ji ber ku lîsta mûçeyên Silêmaniyê amade ye, lê yên Hewlêr û Dihokê ne amade ne. Herwiha daxwaza îdareyeke hevbeş ji bo birêvebirina Kerkûkê kirin, lê ew şandek partîtî ye, ne ya Herêma Kurdistanê ye.”

Got jî: “Tevgera Goranê û Komela Îslamî du partiyên nêzîkî hikûmeta Iraqê ne, ji ber ku helwesta wan li hember referandûm û bûyerên Kerkûkê wek helwesta Iraqê bûn. her wê jî kir ku Serokwezîr ligel wan bicive, ji ber ku bi partiyên din ên Herêma Kurdistanê nacive. Em wek Dewleta Yasa û Partiya Dawa ya Îslamî ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê ve nêzîk in û ji piştî hilbijartinan jî hevpeymaniyeke hevbeş pêk tînin.”

Roja 4.1.2018an şandeke Tevgera Goranê, Komela Îslamî û Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê (Berhem Salih) serdana Bexdayê kir û ligel berpirsên Bedayê civiyan, vê yekê jî karvedaneke ji Herêma Kurdistanê li pişt xwe anî û beşek ji aliyê siyasî û çavdêrên siyasî rexne li çûna wê şandê girtin, ku di baweriya wan de ew e, her guftûgoyek ligel Bexdayê divê di riya hokûmeta Herêma Kurdistanê re be.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a762091f-6770-4203-871f-2c37007bd012/010918AGY.ism/manifest