PYD bang li NY dike: Navçeya aram li rojhilat û rojavayê Ferêt çê bikin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gefên Tirkiyê yên li dijî Efrînê şermezar dike û bang li civaka navdewletî dike, rojhilat û rojavayê çemê Ferêt wek navçeyeke aram rabigihînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gefên Tirkiyê yên li dijî Efrînê şermezar dike û bang li civaka navdewletî dike, rojhilat û rojavayê çemê Ferêt wek navçeyeke aram rabigihînin.

PYD îro derbarê gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li dijî Efrînê di daxuyaniyekê de ku li malpera xwe ya fermî belav kir, tê de topbarana artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê şermezar ku û bang li civaka navdewletî û rêxistinên yasayî û civaka sivîl kir, bi erkê li hember yek milyon niştecihên Efrînê rabin.

Herwiha PYDê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kir, bilez tevgerê bike û rojhilat û rojavayê çemê Ferêt bikin navçeyeke aram.

Partiya Yekîtiya Demokratîk daxwaz ji gelê Kurdistanê li Ewropa, hêzên demokratîk dengê Efrînê bigihîne tevahiya cîhanê û tekez kir jî, Efrîn bi tenê namîne û hemû gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê pê re li hember her êrîşekê radiwestin.

Demek e û bi taybet piştî ragihandina pêkanîna hêza sînorparêz, Tirkiye gefa destpêkirina operasyonekê li dijî Efrînê û YPGê dixwe û çend roj in gundên Efrînê dide ber topan.