Derbiderên Efrînê bi peya xwe li çiya didin û tên Efrînê

Derbiderên Efrînê piştî çend rojan ji zehmetiyan xwe ji deverên bin destê hêzên rêjîma Sûryê karîn xwe bigehînin sînorê Efrînê, lê dema ku ew gihiştin rêbenda gundê Kîmar ya di bin destê opozisyonê de, çekdarên li ser rêbendê rê neda ew derbasî Efrînê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbiderên ku di nava welatiyên ku dixwazin vegerin Efrînê de ji K24ê re dan zanîn, bi hezaran xelkê ji 8 rojan li ser rêbenda gundê Kîmarê ne, lê ta îro jî çekdarên opozîsyonê rê nedan ku ew derbasî Efrînê bibin.

Herwiha gotin, ku piştî 8 rojan ji westana di rewşeke mirovî ya xirab de, beşek ji xelkê bi neçarî û peya 15 K.M di nav kevir, zinar û çiyayan re berê xwe didin Efrînê.

Çalakvanek ji nav derbiderên Efrînê ji K24ê re tekez kirin, ku di nav wan derbideran de, nexweş û kesên bi temen, zarok û jin jî hene, şevê din jî, jineke ducane barê xwe danî û çekdarên opozisyonê rê nedan wan ku wê jinê veguhêzin nexweşxaneyê.

Ev yek di demekê de ye, ku li gor zanyariyên K24ê, di dema dawî de bi sedan malbatên çekdaran û malbatên ku ji Xûtaya Rojhilat derketine li gund û bajarên Efrînê têne bicihkirin, ku plana guhertineke demografî li Efrînê tê cibicîkirin.

S. B