Artêşa Sûriyê bargehên opozisyona Sûriyê li bakurê Hemayê bombebaran kir

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî, zincîrek ji êrîşên ezmanî li dijî bargehên opozisyonê li deverên Xan Şêxûn, Kefer Nibbil, Kefer Zêta û Me'eret Nuiman encamp da

K24 – Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Sûrî ya mafê mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, ku artêşa Sûriyê  bi piştevaniya firokeyên Rûsî, zincîrek ji êrîşên ezmanî li dijî bargehên opozisyonê li deverên Xan Şêxûn, Kefer Nibbil, Kefer Zêta û Me'eret Nuiman encamp da, ku navçe dikevin bakurê Hemayê û di bin destê opozisyonê de ne.

Çevdêrgeha Sûrî diyar kir, “Êrîşên hikûmeta Sûriyê piştî wê yekê hatin, ku berî hefteyekê hêzên opozisyonê êrîşî hêzên rêjîmê kiribûn û çendîn gund xistin bin destê xwe, niha jî rêjîm bi piştevaniya Rûsya dixwaze bi êrîşîn ezmanî dubare wan navçeyan ji hêzên opozisyonê bistîne.”