Partiyên Rêveberiyê: Ji erkê rêjîmê ye sînorê Efrînê biparêze

Di gel zêdebûna axftinê derbarê egera derbasbûna artêşa Sûriyê ji bajarȇ Efrînȇ re, hin aliyȇn siyasî li Rojavayȇ Kurdistanȇ dibînin ku nabe artȇşa Sȗriyȇ derbasî Efrînȇ bibe, ji ber ku Yekîneyȇn Parastina Gel (YPG) bajȇr diparȇze, lȇ ji erkȇ rȇjîmȇ ye ku tenȇ sînorȇ Efrînȇ biparȇze.
kurdistan24.net

 

K24 – Navneda Nûçeyan

Di gel zêdebûna axftinê derbarê egera derbasbûna artêşa Sûriyê ji bajarȇ Efrînȇ re, hin aliyȇn siyasî li Rojavayȇ Kurdistanȇ dibînin ku nabe artȇşa Sȗriyȇ derbasî Efrînȇ bibe, ji ber ku Yekîneyȇn Parastina Gel (YPG) bajȇr diparȇze, lȇ ji erkȇ rȇjîmȇ ye ku tenȇ sînorȇ Efrînȇ biparȇze.

Di gel gurbȗna ȇrîşȇn artȇşa Turkiyȇ li ser bajarȇ Efrînȇ, behsa wȇ yekȇ tȇ kirin ku hin hevdîtin di navbera rayedarȇn YPG ȗ artȇşa Sȗriyȇ de tȇne kirin ji  bo awayȇ radestkirina bajarȇ Efrînȇ ji Hikȗmeta Sȗriyȇ re.

Hin siyasetmedarȇn Kurd dibînin Efrînȇ bajarekî Sȗriyȇ ye, loma ji erkȇ artȇşa Sȗriyȇ ye ku sînorȇ Efrînȇ biparȇze ȗ tekez dikin ku nabe hȇzȇn hikȗmeta Sȗriyȇ derbasî bajȇr bibin ji ber YPGȇ wȇ deverȇ diparȇzin.

Sekretȇrȇ Partiya Çep a demokrat a Kurd li Sȗriyȇ Salih Gedo ji K24ê re got: “Ji ber ku rȇjîma Sȗriyȇ xwe dibîne dewlet e ȗ xwedî dezgeh e, ji erkȇ wȇ ye berevaniyȇ di ber Efrînȇ de bike, lȇ nabe bajȇr kontrol bike ȗ çekȇn giran ji HSD bistîne.” 

Rayedarȇn YPGȇ radestkirina tevahiya bajȇr red dikin ȗ tenȇ pȇşinyara wan ew e ku tenȇ hȇzȇn sînorî li derdora Efrînȇ belav bibin. Ji aliyȇ xwe ve serkirdeyȇn Encûmena Sȗriyeya Demokratîk (ESD) dibȇjin ku ȇrîşȇn Tirikyȇ li ser Efrînȇ bi erȇkirina Rûsiya bȗ ȗ niha Rûsiya fişarȇ li HSDê dike, da ku Efrînȇ radestî rȇjima Sȗriyȇ bike.

Hevserokȇ Partiya Yekîtiya Siryanî Senherîb Bersȗm dibêje: “Ji roja pêşî de fişar li ser Rêveberiya Xweser têne kirin, da Efrînê radestî rêjîmê bike, lê ev yek ji aliyê xelkên Efrînê ve nayê qebûlkirin û em jî wekû Partiya Yekîtiya Siryanî dibînin ku berxwedana li Efrînê dê azadiyê bicih bike, ji ber nabe em bi şûn ve vegerin û deverên rizgarkirî radestî rêjîmê bikin, nemaze bajarê Efrînê.”

Li gorî hin şopîneran radestkirina bajarȇ Efrînȇ yek ji encamȇn rekeftina Tirikya ȗ Emȇrîkayȇ ye, di demekȇ de ku rayadarȇn YPGȇ ji civaka navdewletî dixwazin ku ȇrîşȇn li ser sivîlan rawestîne.