Mûrad Karayilan: Me Qendîl vala nekiriye

Endamê Komîteya Rêveber ya PKKê Mûrat Karayilan diyar kir ku hatina artêşa Tirkiyê bo Qendîl û Şingalê ne hêsan e û bila kerem bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber ya PKKê Mûrat Karayilan diyar kir ku hatina artêşa Tirkiyê bo Qendîl û Şingalê ne hêsan e û bila kerem bikin.

Mûrad Karayilan ji kanaleke nêzî PKKê re axivî û derbarê egera operasyona Tirkiyê ya li dijî Qendîlê wiha got, her tim dibêjin; emê biçin Qendîlê. Lê hatina Qendîl an jî Şingalê ne hêsan e. Karayilan diyar kir ku bi vê yekê propeganda hilbijartinê dikin.

Karayilan got, armanca Tirkiyê ya destpêkê ji operasyona li dijî Qendîl ew e, dixwaze PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê derxîne, bi vî rengî zextê li ser Başûr bike û Kerkûkê ji Başûr qut bike.

Karayilan got jî: “Em dewleta Tirkiyê baş nas dikin. Zanin bê ji aliyê leşkerî ve hêza xwe çiqas e. Niha propagandayê dikin û îdîa dikin ku wê biçin Qendîlê. Eger biçin Qendîlê gelo zanin ku wê rastî çi bên? Hatina Qendîlê ne hêsan e.

Li ser gotegotên dibêjin Qendîl hatiye valekirin jî Karayilan wiha got, Qendîl nehatiye valekirin, heger mebesta wan em bin, me Qendîl vala nekiriye û em li benda wan in. Qendîl nehatiye valakirin, tedbîr hatine girtin. Destberdana ji Qendîlê ne hêsan e.

 

S. B