Israîl û Rûsya derbarê Sûryê nêzîkî rêketinê dibin

Rûsya qayil bûye, ku hêzên Îranî li nav Sûrya 80 kîlometran ji sînorên Israîl dûr bixe, lê Israîl dixwaze hêzên Îranî bitemamî ji nav axa Sûrya bên derxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî civîna duh di navbera serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu de, berpirsêkî Israîl ji Reutersê re ragihand, ku Serokwezîrê Israîl di civîna herdu aliyan de li Mosko ji Serokê Rûsya re got: Tel Eviv naxwaze gefê li desthilata Beşar Esed bike lê divê hêzên Îranî ji Sûrya derkevin.

Wî berpirsê Israîlî diyar kir, ku Netanyahu li Mosko ji Putin re tekez kiriye, ku Israîl ti karî li dijî rêjîma Esed nake, lê beramberî vê yekê divê Rûsya kar bike daku hemû hêzên Îranî ji nav axa Sûrya derxîne.

Bo gotina wî berpirsê, Serokê Rûsya qayil bûye, ku hêzên Îranî 80 kîlometran ji sînorên Israîl dûr bixe, lê em pêşinyara Rûsî daxwaza Israîlî bicî nake û pêwîst e hêzên Îranî bitemamî ji nav axa Sûrya bên derxistin.

N.O