Tirkiyê 8 welatiyên Herêma Kurdistanê radestî Artêşa Azad kir

Wan welatiyên Kurd bi riya federasyona penaberan, ji aliyên pêwendîdar xwestine ku, alîkariya wan bikin daku li Herêma Kurdistanê vegerin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniyeke fedrasyona penaberan, ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, sibeha îro 8 penaberên Kurd ji Herêma Kurdistanê, ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve radestî girûpên çekdar yên opozisyona Sûryê hatin kirin.

Wek di daxuyaniyê de hatiye, Şêrzad Kerîm Ehmed ku yek ji wan 8 penaberên Kurd e, ji federasyona penaberan ra gotiye: "Di 15ê vê mehê de, polîsên gumriga Stenbolê ew desteser kirin û piştî ku çend şevan li cem wan man, kopiyek ji pasportên radestî wê hêzê kirin, daku tekez bikin ku ew welatiyên Herêma Kurdistanê ne, lê dîsa ew li cem xwe hiştin û îro 21ê Nîsanê, demjimêr 10 sibehê bi riya deryê "Bab El-Hewa" ew radestî hêzên Artêşa Azad kirin".

Wan welatiyên Kurd bi riya federasyona penaberan, ji aliyên pêwendîdar xwestine ku, alîkariya wan bikin daku li Herêma Kurdistanê vegerin.

N.O