Li Stenbolê jimartina dengan dawî hat
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê jimartina dengan dawî hat û tê çaverekirin Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind li ser Stenbolê biryara dawî bide.
Li Bajaroka Maltepeyê 1089 sindoq careke din hatin hejmartin û bi vî awayî li seranserê Stenbolê pêvajoya jimartina dengan dawî hat.
Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu daxwaza pesendnameya şaredabûnê ji bo namzetê wan ê serfketî Ekrem Îmamoglu ji Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind kir.
Canan Kaftancioglu dibêje, ewê îro ji bo wergirtina pesendnameya şaredarbûnê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Stenbolê bidin. Lê AK-Partî jî nerazî ye û wê jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Stenbolê da ko pesendname ji bo Ekrem Îmamoglu neyê dayîn.
S. B