Ingilistan 23 diplomatên Rûsyayê dersînor dike

Hukimeta Ingilistanê bi tometa ku, sîxûrê dualî (yê Rûsyayê û Ingilistanê) Sergey Skripal û keça wî Yulia bûn e armanca êrîşa gaza jehrawî ji alî Rûsya ve, 23 diplomatên Rûsyayê ji Ingilstanê dersînor dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Hukimeta Ingilistanê bi tometa ku, sîxûrê dualî (yê Rûsyayê û Ingilistanê) Sergey Skripal û keça wî Yulia bûn e armanca êrîşa gaza jehrawî ji alî Rûsya ve, 23 diplomatên Rûsyayê ji Ingilstanê dersînor dike.

Serokwezîra Ingilistanê Theresa May di axaftina xwe ya li Parlementoya Ingilistanê de, Moskow ji êrîşa gaza jehrawî beramberî Skripal sucdar kir û got ku, berpirsiyariya vî karê êrîşkar dewleta Rûsya bi xwe ye.

Rûsya ji aliyê xwe ve ragihandibû ku, dê bersîva her kiryarek ji alî Ingilistanê ve bide. Herweha red dike ku, destê wê di jehrîkirina Skripal de hebe.

Sîxûrê Rûsya yê berê Sergey Skripal di dema ku di dezgeha hewlagirî ya Rûsya de kar kirî, heman demê sîxûrî ji MI6, ku dezgeha hewalgirî ya ji bo karên derve ye kiribû. Piştî girtina wî û sizadan a wî ya 13 salan, bi hewlek guherîna sîxûran ji girtîgeha Rûsya hatibû berdan û li Ingilstanê bicîh bû bû.

Skripal hefteya borî bi keça xwe Yulia re li xwaringehek li bajarê Salisbury bi nave Zizzi de xwarin xwaribûn û du demjimêran piştî wê bandora gaza jehrî liser wî encama xwe da bû û bi egera vê yekê jî jiyana xwe jidest da bû. Di lêkolînên polisan de jî, li Restoranta Zizzi de şûnmayên gaza jehrî hatibû peydakirin.

Ingilistanê yekser tomet li Rûsya kir û Moskow bi êrîş liser erd a Ingilistanê sûcdar kir. Herweha hate ragihandin ku, ger Rûsya bersîva van tometan nede dê encamên vê kiryarê hebin.

Ingilistanê diyarkir ku, çendîn kiryaran dê li hemberî Rûsya lidar bixe. Ji dervî dersînorkirina diplamatan, herweha cemidandina pêwendiyên dualî, nebeşdariya di Kupa Cîhanî de, cemidandina daravên Rûsyayê li Ingilistanê û rawestandina xebatên ragihandinî yên Rûsya liser erda Ingilistanê.

Ji aliyê xwe ve Rûsya ragihand ku, li hember her kiryara Ingilistanê ew jî li hember dê bersîvê bidin

 

 

C.B