NY: 400 milya Dolar bo avedankirina Sûriyê gerek e
K24 – Naneda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî radigihîne, dubare avedankirina Sûriyê pêwîstiya wê bi nêzîkî 400 milyar Dolaran heye.
Li ser vexwandina Komîta Aborî û Civakî ya Rojavayê Asyayê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve (ESCWA) li Beyrûtê paytexta Libnanê bi beşdariya 50 posporên Sûrî û navdewletî civînek birêve çû.
Piştî wê civînê raportek derket û wê komîteyê diyar kirk u avedankirina Sûriyê pêwîstiya wê bi zêdetir ji 388 milyar Dolar heye, ku ev hejmar jî ziyanên canî yên di şer de hatine kuştin û koçber bûne lixwe nagire.
Ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an de, zêdetir ji nîvê xelkê Sûriyê neçar bûn ku koçber û penaber bibin, di demekê de ku zêdetir ji 350 hezar welatî jî hatine kuştin.
ESCWA di raporta xwe de diyar kir, dê raporteke din ya berfereh û hûrî li ser rewşa Sûriyê di meha Îlona bê de dê belav bike.
S. B