HRW: Hêzên Iraqî bi sedan kes desteser kirine

Rêxistina Human Right Watch dezgeha îstixbarata Iraqê bi desteserkirina bi sedan kes tometbar dike û daxwazê ji hikûmeta Iraqê de, zanyariyên temam li ser girtiyan aşkere bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Human Right Watch dezgeha îstixbarata Iraqê bi desteserkirina bi sedan kes tometbar dike û daxwazê ji hikûmeta Iraqê de, zanyariyên temam li ser girtiyan aşkere bike.

Di raporteke rêxistina Human Right Watch de hatiye, di demekê de dezgeha îstixbarata Iraqê red dike ku ti kes desteser kiribe, lê çendîn belgeyan aşkere kirine ku zêdetir ji 400 kesî li rojhilatê Mûsilê hatine desteserkirin.

Rêxistina Human Right Watch di raporta xwe de aşkere kiriye, 427 kes li Mûsilê hatine desteserkirin û beşek ji wan ji 7 mehan ve çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina çavdêrîkirina mafên mirovan ya navdewletî daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, bi ronî hêzên ku ew kes girtine aşkere bike. Herwiha daxwaz kir jî ku hejmara girtiyan jî aşkere bike û ew kesên ti tomet li ser wan nîn in azad bike.

Berî demekê Suneyên Mûsilê gilî li hêzên Iraqî kiribû ku hejmarek xelkê navçeyên Sunenişîn hatine desteserkirin.

 

S. B