Komîta Ewlehiya Hewlêrê welatiyan hişyar dike

Komîta Ewlehiya Hewlêrê welatiyan hişyar dike ku di dema bangeşeya referandûmê de serpêçiya yasayan nekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê de welatiyên Hewlêr hişyar dike, di dema bangeşeya referandûmê de serpêçiya yasayan nekin û radigihîne, nabe kolan, riyên giştî û pire bên girtin. Herwiha nabe cam û hejmara otombîlan bên nixumandin.

Di daxuyaniyê de hat jî: “Hêvîdar in xelkê Kurdistanê, bi taybetî jî cemawerê paytextê ligel germ û coşa xwe ji bo serxwebûnê û mafê çarenivîsê, bi tevahiya pêkhate û arasteyên siyasî nimûneyeke ciwan, yekdeng, baweriya bi xwe û pabendbûn bi rênima û rehendên niştimanî yên vê pirsa girîng û çarenivîsaz bi serkeftin bigihe armanca xwe.”

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, hilmeta bangeşeya referandûmê ji roja Sêşemê 5ê Îlonê ta 22 heman mehê diyar kiribû.