Tillerson: Amerîka dev ji Kurdan bernade

Amerîka: Em bi hêvê ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbrûbûna wan kirîzên ku rastî wê hatine serketî be û berdewam piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson pêwendiyeke telefonî li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam da.

Di wê pêwenidiyê de, Tillerson dilxweşiya xwe li ser wan hevdîtin û civînên avakir da xuyakirin ku di navbera şandên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, ku bi mebesta çarekirina pirsgirêkan tên lidarxistin.

Tillerson diyar kir, ku destûra Iraqê riya çarekirina wan pirsgirêkan e û amadebûna welatê xwe ji bo piştevanîkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihgand.

Ji bo rûbrûbûna her metirsiyekê piştî nemana DAIŞê, û rêgirtin li ber serhildana her corekî din yê tundiyê, Tillerson tekezî li ser giringiya hevkarî û hevrêziya bêtir di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa federal û Amerîka de kir.

Herweha wezîrê derve yê Amerîka Got: "Em bi hêvê ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbrûbûna wan kirîzên ku rastî wê hatine serketî be û em di vê derbarê de berdewam piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin".

Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: "Niha jî metirsiya serhildana tundiyê di rojevê de ye û pêwîst e Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa federal û Amerîka li ser mîkanîzmeke hevbeş kar bikin, ji bo rê li ber her metirsiyekê bigirin".

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê berdewam amade bû ji bo destpêkirina gotûbêjan û çarekirina pirsgirêkan li gel Bexdayê û gotûbêjên şandên Hewlêr û Bexdayê di rojên derbasbûyî de bi erênî binav kir.

Herweha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hewlêr Washingtonê hevpeymana xwe dibîne û ji bo derbaskirina vê rewşa niha, pêwîstî bi piştevaniya hemû dostên Hewlêrê heye û got jî: "Piroseya siyasî li Herêma Kurdistanê û hilbijartin, piroseyeke cidî ye".