Erdhej li çend navçeyên Herêma Kurdistanê rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî bîstekê erdhej li çend navçeyên Herêma Kurdistanê rû da.
Peyamnêrên K24ê ragihandin, erdhej li Silmanî, Helebce, Kerkûk, devera Raperîn, Soran û çend navçeyên din rû da.
Li gor medyaya fermî ya Îranê, erdhej bi tundiya 5.9 pileyên Richterê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wek Hemdan, Azirbeycan û Kirmanşanê hejand.
Li gor zanyariyên ajansa “Mihr” a Îranî, navenda erdhejê li parêzgeha Kirmanşanê û bi kûrahiya 8 K.M bûye.
Peyvdarê Navenda Hawarçûna Îranê Mocteba Xalîdî aşkere kir, erdheja îro ya li Îranê rû daye bi tundiya 5.7 pileyên Richterê bû.
S. B