NY û Yekîtiya Ewrop daxwaza başkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dikin

Sekreterê Netewên Yekgirtî Antonio Gutters û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dikin girîngiyê bidin pêwendiyên xwe û pirgirêkan çerser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Netewên Yekgirtî Antonio Gutters û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dikin girîngiyê bidin pêwendiyên xwe û pirgirêkan çerser bikin.

Sekreterê NY Antonio Gutters li Kongreya Kuwêtê ya avadankirina Iraqê daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir girîngiyê bidin pêwendiyên xwe û pirgirêkan çerser bikin.

Got jî, beşek ji koçberan ta niha nekarîne vegerin navçeyên xwe, ji ber wê divê karê pêşî yê hikûmeta Iraqê vegerandina koçberan be.

Ji aliyê xwe ve, Federica Mogherini jî li Kuwêtê di gotarekê de daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir danûstandinên xwe bi pêş ve bibin û pirsgirêkan çareser bikin.

Got jî, pêkvejiyan di navbera pêkhateyên Iraqê de bandore li ser rûbirûbûna hizra tundûtûjiyê li Iraqê.

Kongreya avadakirina Iraqê roja 12.02.2018ê li Kuwîtê dest pê kir û sê rojan berdewam kir. Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Cabir Ehmed El Subah di roja dawiyê de da zanîn ku karîne 4 milyar Dolar ji bo avadankirina Iraqê kom bikin.