Welatiyên Dîlokê û koçberên Sûrî şer kirin: 8 qurbanî

Li Dîlokê di navbera koçberên Sûrî û welatiyên Tirkiyê şer derket, di encama şer de 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Dîlokê di navbera koçberên Sûrî û welatiyên Tirkiyê şer derket, di encama şer de 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya “Haberturk” li taxa Gumuştekin a Dîlokêl li çayxaneyekê di navbera welatiyê Tirkiyê Mustafa Okan û koçberekî Sûrî de bi kêran şer derket.

Di encama wî şerî de 2 welatiyên Tirk ên bi navê Mustafa Okan kurê wî Cengiz Okan canê xwe jidest dan. Herwiha kesekî din ên Sûrî ku tevlî şer bibû di dema direve de ji aliyê polîsan ve hat kuştin. 5 koçberên Sûrî jî birîndar bûn.

Ji bo dermankirinê her 5 birîndarên Sûrî bi ambulansan bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Dr. Ersin Arslan hatin veguhestin.

 

S. B