Amerika: 200 serbazên me demek din li Sûriye dimînin

Peyvdara Koşka Spî Sarah Sanders di kongreya rojnamevanî de ragihand, ku: “Wekî Hêzên parastina aştiyê 200 serbazên Amerika li Sûriye dimînin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryara Serokê Amerikayê Donald Trump a vekşîna Hêzên Amerîka ji rojhilatê Firatê, proseya vekşandinê û garantiya parastina hevpeymanên Amerika liser erdê, dinav birêvebiriya Amerika de tê nirxandin.

Peyvdara Koşka Spî Sarah Sanders di kongreya rojnamevanî de ragihand, ku: “Wekî Hêzên parastina aştiyê 200 serbazên Amerika li Sûriye dimînin”.

Lê, ev serbaz li çi deveran dê bimînin û dem a mana wan, nehate eşkere kirin.

Ligor zanyariyan niha derdora 2 hezar serbazên Amerika li rojhilatê Firatê ne û ev hêz li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat de dimînin.

Herweha piştî biryara vekşîna Hêzên Amerika liser çendîn bijardeyan hatiye rawestandin. Di medya Ewrûpa û Amerika de hat ziman, ku Hêzên Ewrûpa û Australya dikarin Hêzên parastina herêmê avabikin, lê heta niha daxûyaniyên fermî di vê çarçoveyaê de nehatine dan.

Tê ragihandin, ku Rêvebiriya Xweser  û Hêzên Sûriya Demokrat bi erênî pêşwaziya mana 200 serbazên Amerika li rojhilatê Firatê dikin.

 

 

 

C.B