HDP hevserokeke din li cihê Yuksekdagê hildibijêre

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20ê vê mehê de kongreya xwe ya awarte lidar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20ê vê mehê de kongreya xwe ya awarte lidar dixe.

Piştî ku mafê endambûna HDPê û mafê parlementeriyê ji dest hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdagê hate standin, HDP bi neçarî kongreya xwe lidar dixe û endameke din ya jin bo postê hevserotatiyê hildibijêrin.

Zortirîn nav tê pêşbînîkirin ku cihê Fîgen Yuskedag di hevserokatiya HSD de bigire, Serpîl Kemalbay ye.

Hevserokê din yê HDPê Selahatîn Demîrtaş jî dê heta kongireya asayî dê li ser karê xwe be.

Demîrtaş û Yuksekdag ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ne. Di meha Sibatê de mafê parlementeriyê meha Adarê de jî mafê endambûna HDPê ji aliyê dadgeha bilind ve ji destê Yuksekdagê hatibû standin.