HSD gihêşt bajarê Çaksaziyê li bakurê Dêrezorê

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê gihiştin bajarê Çaksaziyê li bakurê Dêrazorê û karîn gundê Xurafa kontrol bikin, ligel paqijkirina nêzî 20 k.m an ji xaka wê herêmê. Li gorî fermandarên Encûmena Dêrazorê pêşbîn dikin, şervan dê di 3 rojên bê de armancên operasiyonê pêk bînin û bakurê çemê ferêt bi tevahî kontrol bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Bakurê Dêrezorê
Şervanên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê gihiştin bajarê Çaksaziyê li bakurê Dêrazorê û karîn gundê Xurafa kontrol bikin, ligel paqijkirina nêzî 20 k.m an ji xaka wê herêmê. Li gorî fermandarên Encûmena Dêrazorê pêşbîn dikin, şervan dê di 3 rojên bê de armancên operasiyonê pêk bînin û bakurê çemê ferêt bi tevahî kontrol bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji K24ê re got: “Li her cihekî ku çekdarên DAIŞê hebin, ji mafê me ye em li wê derê şer bikin û gelê Sûriyê ji DAIŞê biparêzin.”

Ji başûrê Dêrazorê hêzên rêjîmê û alîgirên wê jî bi pêş ve dikevin û niha nêzî 15 k.m an di navbera HSD û rêjîmê de maye. Fermandariya HSDê dide zanîn ku, heger ti hewldanên rêjîmê bo derbaskirina çemê ferêt hebin, HSD dê bersivê bide û wek mafekî rewa ku berevaniyê di ber herêmên xwe de bike.

Berdevkê Fermî yê HSDê Telal Silo jî ji K24ê wiha axivî: “Li derdora Tebqayê rêjîma Sûriyê li hêzên me xist. Em her dibêjin armanca me jinavbirina terorê ye, lê heger rêjîmê êrîşî me kir, ji mafê me ye jî em bersivê bidin.”
Li başûrê Hesekê ta bi çemê ferêt ta niha devera Mergeda û Siwer di bin destê DAIŞê de ne, bi kontrolkirina HSDê ji van herêman re, tevahiya deverê ji çekdarên DAIŞê paqij dibe û êrîşên wan ser Şedadê û derdorê wê jî radiwestin.