"Şanda pênc Hevpeymaniyên Iraqî serdana Kurdistanê dike"

Şanda her pênc Hevpeymaniyên Sairûn, Nesir, El-Hikme, El-Weteniye û Eniya Niştimanî ya Suneyan, wê serdana Herêma Kurdistanê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şanda her pênc Hevpeymaniyên Sairûn, Nesir, El-Hikme, El-Weteniye û Eniya Niştimanî ya Suneyan, wê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Serkirde di Şepêla El-Hikme de, Mihemed Cemîl Meyahî eşkere kir, ku di demeke nêzîk de, wê şandek ji her pênc hevpeymaniyên, Sairûn, Nesir, El-Hikme, El-Weteniye û Eniya Niştimanî ya hêzên Suneyan, wê serdana Herêma Kurdistanê bike, ji bo li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, gotûbêjan derbarê pêkanîna mezintirîn firakisyon di Perlemana Iraqê de bikin.

Duh her yek ji: Hevpeymaniya Sairûn ya Muqteda Sedir, Hevpeymaniya El-Nesir ya Heyder Ebadî, Hevpeymaniya El-Hikme ya Emmar El-Hekîm, Hevpeymaniya El-Weteniye ya Iyad Elawî û Eniya Niştimanî ya Suneyan, li ser pêkanîna mezintirîn firakisyona perlemanî lihev kirin.

Biryar e piştî cejna Qurbanê, gotûbêj di navbera aliyên siyasî û hevpeymaniyan de, ji bo pêkanîna Hikûmeta nû destpê bikin.

Derbarê postê serokwezîriya Iraqê jî, hin berpirsên Iraqî tekez dikin, ku Amerîka berbijarkirina Hadî Amirî ku serkirdeykî Heşda Şeibî ye û nêzîkî Îranê ye, red dike, di beramber de jî Îran berbijarkirina Heyder Ebadî red dike, bi taybet di dema dawî de, ku Ebadî pêbendiya Hikûmeta xwe bi sizayên Amerîka li ser Îranê ragihand.

N.O