Ala Talebanî ji posta xwe hate dûrxistin

Bi biryara Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl, Serokê Fraksiyona YNKê di parlementoya Iraqê de Ala Talebanî ji posta wê hate dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi biryara Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl, Serokê Fraksiyona YNKê di parlementoya Iraqê de Ala Talebanî ji posta wê hate dûrxistin.

Li gor nivîseke fermî ku îmzeya Kusret Resûl li ser e, tê de hatiye ku Ala Talebanî ji posta Seroka Firaksiyona Kesk di Parlementoya Iraqê de tê bexşandin (Dûrxistin)

Herwiha tê de hatiye, banghêşt bo hemû endamên Fraksiypna Kesk di parlementoya Iraqê de hate kirin, bo hilbijartina serokekî nû ji wê fraksiyonê re.

Biryara dûrxistina Ala Talebanî di demekê de ye, ku Ala Talebanî di bernameya kaneleke Erebî ya nêzîkî Nûrî Malîkî de gotibû; “Malbata Talebanî ne Kurd in û eslê wan Erebên Şîe ne, ji hoza Esedî ne.”