Dîplomatkarekî Tirk: Divê Tirkiye referandumê asteng neke

Balyozê berê yê Tirkiyê li Bexdayê Unal Çevîkoz: "Divê Tirkiye referandumê asteng neke û bala xwe bide pêvajoya piştî referandumê."

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Tirkiyê li Bexdayê Unal Çevîkoz dibêje, Herêma Kurdistanê biryara xwe daye ku referandumê di dema xwe de encam bide û divê Tirkiye vê yekê asteng neke û bala xwe bide pêvajoya piştî referandumê.

Çevîkoz derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyanî da Ajansa Sputnik a Rûsî û got: “Berpirsên hikûmeta Tirkiyê, derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyên tund nedane û yên dawî jî di çarçoveya siyaseta navxweyî de ne.”

Navhatî diyar kir, ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di encamdana referandumê de bibiryar e û helwestên pêşîgirtina referandumê dê bibin sedemên aloziyên mezin.

Çevîkoz got jî: “Roja piştî referandumê dewlet nayê ragihandin, ji ber vê jî şûna helwestên astengkirinê, divê Tirkiye xwe ji bo pêvajoya piştî referandumê amade bike û di danûstendinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rolekê bilîze. Eger Tirkiye weha tevnegere, ne tenê li derve li hundir jî dê bi Kurdan re rûbirû bibe."